Li Herêma Kurdistanê di 3 rojên cejnê de qedexeya derketina derve hat danîn

28 April 2021 23:33 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê di 3 rojên cejnê de qedexeya derketina derve hat danîn

PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand ku hukumet bo her 3 rojên cejna Remezanê bo derketina derve qedexeyê daniye. Ragihandina Cotyar Adil ket pey civîna konseya bilind ya têkoşîna bi koronayê re.

Cotyar Adil ragihand ku seferên bo Hindistanê bi temamî hatine rawestandin û rêwiyên ji Hindistanê herin Herêma Kurdistanê dê 14 roj di karantînayê de bimînin.

Biryara perwerdeya rû bi rû wê di wexteka pêşde bê ragihandin.