Li Herêma Kurdistanê 6 roj qedexeya derketina derve hat ragihandin
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê ji ber zêdebûna hejmara haletên tûşbûna koronaya nifşê nû (Covid-19) 6 roj qedexeya derketina derve hat ragihandin
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, di çarçoveya tevdîrên li dijî koronayê bo dema 6 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Di nava rojekê de li parêzgeha Silêmaniyê 102, li Dihokê 2 kes bi tevahî 104 kes bi koronayê ketin.
Biryara qedexeyê piştî tomarkirina van daneyên dawiyê hat wergirtin ku heta niha rêjeya herî zêde ye ku di rojekê de li Kurdistanê hatiye tomarkirin.
Bi van daneyên dawî re, hejmara kesên nexweş li Kurdistanê gihîşt 710 kesan. 410 kes baş bûne û 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezîrê Tendirûstiyê Dr. Saman Berzencî diyar kir ku eger textên nexweşxaneyên têrê nekin dê otelan jî bi kar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin