Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve dest pê kir
PeyamaKurd- Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve ku dê 4 rojan berdewam be, îro dest pê kir.
Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û di çarçova rêkarên xweparastina ji vîrusa koronaya nû (Covid-19) li 81 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve dest pê kir.
Roja berî cejnê market, dikan, goştfiroş û şêranîfiroş dê vekirî bin
Ew qedexeya derketina derve dê di rojên Cejna Remezanê de heta 26ê Gulanê berdewam be û roja berî cejnê market, dikan, goştfiroş û şêranîfiroş dê di navbera saet 10.00-17.00 de vekirî bin û di rojên cejnê de jî ev cih dê girtî bin. Di dema 4 roj qedexeyê de firin û nanfiroş dê vekirî bin û şêranîfiroş jî dê tenê bi şêwazî sîparîşan kar bikin.
Her wiha hemwelatiyên temenê wan li jorî 65 salî jî roja yekem a Cejna Remezanê dê di demjimêrên 14.00-20.00 bikarin derkevin bi mercê pabendbûna rêkarên xweparêstina ji koronayê.
‘Kesên pabendî rêkar û rênimayên xweparastinê nebin, dê bê cezakirin’
Hatiye belavkirin ku her kesê di vê maweyê de pabendî rêkar û rênimayên xweparastina ji koronayê nebe, dê bê cezakirin.
Li gor dawîn amaran, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, heta niha 154 hezar û 500 kes bi Covid-19ê ketine û ji wê hejmarê jî 116 hezar û 111 kes baş bûne û 4 hezar û 276 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin