Qedexeya derketina derve li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi dawî hat

13 April 2020 11:16 0 dîtin
Qedexeya derketina derve li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi dawî hat

PeyamaKurdQedexeya derketina derve ya ku ji aliyê wezata navxwe ya Tirkiyê ve roja înê bo 31 bajaran hatibû ragihandi, bi dawî hat.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê ragihand, "Qedexeya derketina derve ya ku di çarçoveya rênimayên korona nifşê nû (Covid-19) bo dema 48 saetan li 30 bajarên mezin û Zonguldakê hatibû ragihandin, bi dawî hat."

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku li bajarên ku li wan qedexeya derketinê hatibû ragihandin, kêmzêde 63 milyon û 640 hezar welatiyên me li malê man û pêgirî rênimanyê man.

Di daxuyaniyê de spasiya welatiyên pabendê bi vê qedexeyê hat kirin û hat gotin piştî bidawîhatina qedexeyê derbarê kargehên ku divê girtî bin û yên ku kirîn û firotinê ji wan bikin dê karûbarê edlî/îdarî were kirin.

Herwiha di heman daxuyaniyê de rica ji welatiyan tê kirin ku heya ku dawî li pêvajoya pandemiyê were, ger ne pêwîst be ji malên xwe dernkevin û dema derketin jî dûrî hev bisekinin û pêgirî izolasyona civakî bin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji ber koronayê 97 kes mirine û 4 hezar û 789 kesên din nexweş ketine.