Qedexeya derketina derve li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê destpê kir

05 December 2020 14:00 0 dîtin
Qedexeya derketina derve li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê destpê kir

PeyamaKurd –  Ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa Koronayê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê giştî, ji 4ê Kanûnê roja Înê piştî saet 21:00an, qedexeya derketina derve destpê kir û dê heta 7ê mehê roja Duşemê saet 05:00ê berdestî sibê berdewam bike.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, belavbûna vîrusê di asteke metirsîdar de berdewam dike. Saziyên pispor ên tenduristiyê û partiyên opozisyonê, daxwaza bergiriyên zêdetir kiribûn û piştî destpêka pandemiyê, dîsa li Tirkiyê û Bakur qedexeya derektina derve bo 2 rojan hat ragihandin.

Bijîşk û welatî tînin ziman ku biryarên bergiriyan ji mantiq û zanistê dûr in, lê dê hevkarî bikin.

Hêjayî gotinê ye, li Bakur û Tirkiyê beşên çavdêriyên lezgîn dîsa ji %70 tije ne û hêjmara pêketî û miriyan jî di asteke xeter û metirsîdar de ye. Welatî û pispor ji kêrhatiina bergiriyên heta hatine girtin jî bi guman in.