Li Tirkiyê 4 roj qedexeya derketina derve hat ragihandin
PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihand ku wê di rojên navbera 16-19 ê gulanê de bo 4 rojan kes derneyê derve. Erdoğan piştî ku civîna wezîran qedand, derket ber çapemeniyê û biryarên nû bo raya giştî ragihand. Beyana Erdoğan weha ye:
“Wê di navbera 16-19 ê mehê de kes dernê derve. Ev bo berlêgirtina koronavîrusê ye. Me hefteya borî qedexeya çûn û hatina nav 7 bajaran serbest kiribû. Me îro qedexeya çûn û hatina nav 9 bajarên din jî rakir. Ev bajarên han: Adana, Diyarbekır, Mêrdîn, Trabzon, Ordu, Denizli, Kahramanmaraş, Riha û Tekirdağ in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin