NIJERYA- Li dijî buhabûna jiyanê xwepêsandan destpê kirin, qedexeya derketina derve hat ragihandin
PeyamaKurd – Li Nîjeryayê piştî rakirina alikariya benzînê, ji ber protestoyên li dijî zêdekirina maliyeta jiyanê li hin eyaletan biryara qedexeya derketina derve hat dayîn.
Li eyaletên Gombe, Jigawa, Kano, Nîjer û Yobeyê ji ber protestoyên ku doh li welêt destpê kiribûn li hin cihan veguherî tundiyê, qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Parêzgarê Kano Abba Kabîr Yûsif di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser xwepêşanên li dewletê yên ku li dewletê veguherî tundiyê û wiha got: "Piştî nirxandineke hûr, me biryar da ku divê qedexeya derketina derve were sepandin ji bo pêşîgirtina li talankirin û wêrankirina karsazan û kuştina welatiyên bêguneh.”
Li eyaletên Gombe, Jigawa, Nîjer û Yobeyê ji ber talankirina cihên kar û pevçûnên di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Rêxistinên sivîl plan dikin ku ji 1ê Tebaxê û pê ve piştî rakirina yarmetiya benzînê li gelemperiya welêt çalakiya 10 rojan li dar bixin.
Alîkariya benzînê par hat rakirin
Serokê Nîjeryayê Bola Ahmed Tinubu di 29ê Gulana 2023an de yarmetiya hilberên neftê rakir.
Piştî biryarê li welêt bihayê sotemeniyê zêde bû.
Bihayê sotemeniya ku her lîtreyek bi 185 naîre ye (0,24 dolar) dihat firotin, derket 620 naîreyan (0,82 dolar).

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin