Di xwepêsandanên li Kenyayê yên li dijî bihatiya jiyanê de 9 kes mirin

13 July 2023 21:30 0 dîtin
Di xwepêsandanên li Kenyayê yên li dijî bihatiya jiyanê de 9 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Kenyayê bi sedema jiyan zêde bihaye, muxalefet û xelk kete nav çalakiyan lê di endamê de 9 kes mirin û 312 kes hatin binçavkirin. Di nava wan de parlementerekî jî heye. Koalîsyona muxalif ya Azimio ragihand ku wê protesto dewam bikin. Li gor ragihandina komisyona mafên mirovan ya netewî ya Kenyayê (KNCHR) xwepêşandan di serî de li Nairobi û Mambasa li gelek bajaran çalakî tên kirin.

Wezîrê karên derve yê Kenyayê Kithure Kindiki ragihandin ku di nav wan de parlementerekî bi temamî 312 kes di binçav de ne. Koalîsyona muxalif ya bi navê Azimio ragihand ku di 19 ê Temmûzê de wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Muxalefet li dijî qanûna zêdekirina bacan û bihatiya şertên jiyanê derdikeve.