Li Kaledonyaya Nû xwepêsandanên li dijî Fransayê tund bûn
PeyamaKurd – Li Kaledonyaya Nû, piştî ku 7 çalakvanên alîgirê serxwebûnê hatin binçavkirin û birin Fransayê x wepêşandan dîsa destpê kirin. Çalakvanên ku hatine desteserkirin bi angaşta ku rola wan di organîzekirina serhildanên li dijî pêşnûmaya reforma dengdanê ya nakokbar heye wê bêne darizandin.
Komîsyona Bilind a Fransayê ya ya Kaledonyaya Nû ya Herêma Pasîfîk a Başûr ragihand ku di xwepêşandanên li seranserê Kaledonyaya Nû de salona şaredariyê, navenda polêsan û gelek avahiyên din hatine şewitandin.
Di nav wan kesên ku ji Fransayê re hatine şandin de Christian Teinê ku tê angaştin di çalakiyên, talan û şewitandinên meha borî ya ku tê de 9 kes hatibûn kuştin û ji ber wê doz lê hatibû vekirin jî heye.
Çalakî û veguheztina wan a tundûtûjiyê, piştî plana dirêjkirina mafê dengdanê ya ji bo kesên ku zêdetirî 10 sal in li Kaledonyaya Nû dijîn derketibûn.
Serdana Macron têr nekir
Piştî van geşedanan Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana Kaledonyaya Nû kiribû û reformên pêşniyarkirî rawestandibû.
Komisyona bilind a Fransayê ya Kaledonya Nû da zanîn ku çalakiyên nerazîbûnê yên ku li gelemperiya giravê belav bûn, şeva Yekşemê dest pê kirin û diyar kir ku ji bo rawestandina çalakiyên tûndwer, pêwîstî bi destwerdana "bi lez û biryardar" a dezgehên cîbicîkirina yasayî û agirkujan heye.
Komîsyonê ragihand ku di çalakiyên ku ji nû ve destpê kirine de, li paytext Nouméa şewat derketiye, li Dumbéayê jî avahiyên polêsan û otomobêl hatine şewitandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin