Li Fransayê, li dijî tundiya polîsan alozî derket

31 March 2023 14:30 0 dîtin
Li Fransayê, li dijî tundiya polîsan alozî derket

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de cih girtin, piştî ku hawirdorparêz di xwepêşandana li dijî hewizên ava sunî yên li Fransayê de birîndar bûn, li bajarên cuda yên welêt tundiya polîsan hat protestokirin.

Di nûçeyan de hat diyarkirin ku li bajarên cuda yên wekî Parîs, Lyon, Nantes û Lillê, bi hezaran kes daketin qadan û piştgirî dan xwepêşandêrên ku di çalakiya 25ê Adarê ya li dijî çêkirina hewzeyên ava sunî de ji ber tundiya polîsan birîndar bûbûn.

Hat ragihandin ku dema ku xwepêşandêr li qada li ber avahiya şaredariya Parîsê kom bûn, hinek ji xwepêşandêran li kolanên kêlekê belav bûn. Di dema ku xwepêşanderan depoyên çopê û barîkat şewitandin, polîsan bi gaza îsotê bersiv da.

Li gorî hat zanîn, li Parîsê 7 kes û li Lyonê jî herî kêm 2 kes hatin binçavkirin.