Polîsan li dijî sextekarên e-mailên ku navê Demîrtas bikar tînin hisyarî da
PeyamaKurd – Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê de hat diyarkirin ku ji navnîşanên e-mailên ku aîdî Demîrtaş in, gelek agahiyên derew hatine parvekirin û ji bo daneyên şexsî yên welatiyan hatine xwestin.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê hişyarî da û destnîşan kir ku armanca sextekaran bi e-mailên ku di bin navê Demîrtaş de hatine şandin bixapînin û divê li hember van e-mailên sexte hişyar be.
Tavilê bi yekîneyên ewlehiyê yên xwe re têkilî deynin!
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ger hemwelatî rastî e-mailên ku daneyên kesane dixwazin an jî naverokên din ên bi guman tê de hene, divê demildest bi yekîneyên ewlehiyê re têkilî daynin.
Di daxuyaniya polîsan de hat diyarkirin ku bila welatî guh nedin daxwazên bi vî rengî yên sexte û ji wan hat xwestin ku ji bo pêşîgirtina li giliyên muhtemel serî li yekîneyên ewlehiyê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin