Di serdegirtina polîsan a dijî ‘Ala Kurdistanê’ de Sekreterê Azadî hat desteserkirin

19 December 2022 19:50 0 dîtin
Di serdegirtina polîsan a dijî ‘Ala Kurdistanê’ de Sekreterê Azadî hat desteserkirin

PeyamaKurd – Dadgeha Diyarbekirê ya Sulh Cezayê bi fermana serdozgeriyê, îro 19ê Kanûnê li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê bi rêya serdegirtina polîsan li dijî ‘Ala Kurdistanê’ operasyonek da destpêkirin.

Bi biryara dadgehê polîsan îro ji danê sibehê ve bi ser avahiyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî yên li bajarê Diyarbekirê de girtibûn û alên Kurdistanê anîbûn xwar û kom kiribûn.

Li gorî zanyariyan sedema serdegirtina wan partiyan pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê û daliqandinê alê li avahiyên xwe ye. Di serdegirtina polîsan de, hemû Alayên Kurdistanê yên li van avahiyan û hatin rakirin û dest danîn ser  komputer û hin pirtûkên kurdî yên li avahiyên partiyan.

Hat ragihandin ku piştî serdegirtina navenda Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (AZADÎ) Sekreterê Giştî yê AZADÎ Metîn Pîranî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Piştî operasyona serdegirtinê rêveberên partî û rêxistinên kurdî bertek nîşan dan û ew kiryar şermezar kirin.