Li Hewlêrê bi 2 helîkopteran ‘Ala Kurdistanê’ tê gerandin: Ala me parastî ye!
PeyamaKurd - Beşa balefirvaniya leşkerî li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê, li dijî êrîş û bêreziya milîsên Heşda Şeibî li hember Ala Kurdistanê, pêşandaneke asmanî bi Ala Kurdistanê li Hewlêrê dikin.
Hat zanîn ku wê îro 18ê Cotmehê bi rêya helîkopteran Beşa Balafirvaniya Balafirgeha Hewlêrê, Ala Kurdistanê li asmanên Hewlêrê bi firînan pêşan bide.
Berdevkê operasyonan li beşa leşkerî ya balefirgeha Hewlêrê Şoreş Ebdula ji K24ê re ragihandiye: “Ev çalakiya beşa balefirvaniyê bo bilind ragirtina Ala Kurdistanê ye, li hember wan kesên doh Ala Kurdistanê şewitandin.”
Şoreş Ebdula diyar kir: “Mezinî û nirxê Ala Kurdistanê bi wê kiryarê kêm nabe. Ala Kurdistanê kesên xwe hene berevaniyê lê bikin û bi şewitandina Alê ve mezinî jê naçe. Bilindtir dê bibe.”
Ebdula li ser çalakiya îro got: “Bi du balefirên cureya MD ve firîn dê pêk bên û pêşandana esmanî li Hewlêrê dê pêk bê. Peyama me ev e: Ala Kurdistanê li gel me parastî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin