Parêzgarê Hewlêrê diyariya ‘Kurdistanê’ da parêzgarê Diyarbekirê
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ku ji bo beşdarbûna Yekemîn Pêşangeha Turîzm û Gastronomî ya Mezopotamyayê ligel şandeke Herêma Kurdistanê serdana Diyarbekirê kir, di serdana xwe ya Parêzgariya Diyarbekirê de bi Parêzgar Munîr Karaloglu re jî hevdîtinek pêk anî û diyariyek da wî.
Umêd Xoşnaw di serdana doh ya parêzgariya Diyarbekirê de, Peymana Rûmetê ya Parêzgariyê îmze kiribû.
Parêzgarê Hewlêrê di hevdîtînê de Rêberiya Geştûgzarê ya Herêma Kurdistanê ku li ser cildê wê "Kurdistan" hatibû nivîsandin diyarî Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu kir.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin