Parêzgarê Hewlêrê: Pistî serjimêriyê wê kampanyek tund li dijî madeyên hisbir were destpêkirin
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku piştî serjimartinê wê helmeteke tund ji bo jinavbirin û nehiştina madeyên hişbir û herwiha gelek diyardeyên ku welatiyan bêzar dikin, were destpêkirin.
Umêd Xoşnaw di civîna çapemeniyê ya ku di 17ê Mijdara 2024an de hat lidarxistin de derbarê serjimêriya giştî ya ku tê plankirin di 20-21ê Mijdarê de were kirin û qedexeya derketina derve ya ku wê di vê pêvajoyê de were sepandin de agahî da.
Umêd Xoşnaw ku xwest şêniyên herêmê yên ku di madeya 140an de cih digirin bi hinceta ku serjimêrî diyarker e, li herêmên xwe beşdarî pêvajoyê bibin û diyar kir ku divê welatiyên herêmên navborî belgeyên fermî yên wekî nasnameyên xwe amade bikin û kesên ku seferê dikin divê ji bo pêvajoya serjimartinê belgeyên malbatên xwe hebin.
Umêd Xoşnaw bang li welatiyan kir ku bi qedexeya derketina derve re tevbigerin û diyar kir ku wê geştên nav bajaran bi rêya xalên kontrolê bên kontrolkirin û ji bilî rewşên awarte rê nayê dayîn çûnûhatin.
Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir, ku îro di civîna Komîteya Ewlekariyê de, mijara têkoşîna li dijî madeyên hişbir hatiye gotûbêjkirin û got, "Piştî serjimêriya giştî, wê kampanyayeke tund a têkoşîna li dijî madeyên hişbir were destpêkirin. Ji bilî aliyên pêwendîdar, Serok û Serdozgerê Komarê yê dadgeha Hewlêrê jî beşdarî civînê bûn, da ku li hember wan kesên binpêkirina madeyên hişbir destpê bikin û rêkarên tund ên yasayî li dijî wan kesan bên kirin."
Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku di nav kampanyayê de nehiştina parsekiyê, bextê, motorsîklet û wesayitên bê ruxset û vexwarina xelkê li kolanan pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin