Parêzgarê Hewlêrê bingeha rêya Binbêrzê avêt
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bingeha rêya Binbêrzê ku 2 milyar dînar xerc kiriye, danîn.
Umêd Xoşnaw piştî danîna temelê rêya Binbêrzê di civîna çapemeniyê de daxuyaniyek da.
Qaymeqam Xoşnaw bal kişande ser wê yekê ku bi talîmata Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê xizmetguzarî ji bo deverên ku di dema borî de bi têra xwe nehatine xizmetkirin, bê pêşkêşkirin û got, "Divê xizmetguzarî di navbera bajar û gundan de wekhev be. Rê li pêşiyê tê û piştre xizmetguzariyên din tên."
Umêd Xoşnaw derbarê rêya Binbêrzê ku bihayê wê 2 milyar û 100 milyon dînar e, wiha got:
"Rêya Binbêrzê dê 10 kîlometre be. Di çarçoveya projeyê de wê hemû kolanên gundên Gayinc, Binbêrz, Şêxeşil û Girde Çal bên asfaltkirin."
Qaymeqam Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir, ku berî niha çend projeyên avê dest pê kirine û wê di pêşerojê de çend projeyên din jî destpê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin