Parêzgarê Hewlêrê: Ji bo parastina jîngehê me biryarên girîng girtin
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav daxwaz ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî kir ku ji bo kêmkirina qirêjiya hewaya bajêr, nefta xav ji parzûngehên neyasayî re neşîne û ragihand, “138 parzûngehên neyasayî wê bên girtin.”
Walî Xoşnav di civîna çapemeniyê de got: “Pêwîst e Wezareta Çavkaniyên Xwezayî nefta xav nede parzûngehan. Ji îro û pê de ti girêbest li parêzgeha Hewlêrê namîne.”
Xoşnav diyar kir ku wê 138 parzûngehên neqanûnî bên girtin, yên qanûnî jî divê şert û mercên jîngehê û tedbîran bi cih bînin.
Derbarê jeneratorên taxê de jî Hoşnav diyar kir ku nabe jenerator gaza ne kalîte bi kar bînin, berê jî cezayên pereyan li jeneratoran dihat birîn, lê ji îro û pê de wê cezayên girantir bibin û tekez kir ku, her tirimbêla ku jîngehê qirêj bike wê were desteserkirin.
Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku ji bo hemû biryaran wê komîteyeke bilind bê avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin