Rojava | Hêzên Rûs-Tirk bi çavdêriya helîkopteran dewriye gerandin

07 October 2021 20:09 0 dîtin
Rojava | Hêzên Rûs-Tirk bi çavdêriya helîkopteran dewriye gerandin

PeyamaKurd – Hêzên Rûsya û artêşa Tirkiyê îro 7ê Cotmehê li gundewarê rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê dewriyeya hevbeş gerandin.

Hat zanîn ku di dewriyeya hevbeş de, 4 panzêrên Rûsya û arêtşa Tirk û 2 helîkopterên Rûsyayê jî ji bo çavdêriya asmanî cî girtin.

Dewriye ji dergehê li gundê Şêrik ê sînorê Bakurê Kurdistanê (13 km rojavayê navçeya Dirbêsiyê) dest pê kir.

Hat diyarkirin ku dewriye piştî gera li gundên Delîk, Kesra, Îbrahîmiyê, Feqîra û Eradî yên rojavayê navçeya Zirganê vegeriya cihê destpêkê.

Dewriyeyên Rûs – Tirk di çarçoveya lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê de, ji sala 2019an ango ji dema operasyona Tirkiyê ya dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ve berdewam dikin.