Hêzên Tirk û Rus, li Rojava dewriyeyên hevbes kirin

27 March 2023 17:00 0 dîtin
Hêzên Tirk û Rus, li Rojava dewriyeyên hevbes kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Polîsên Leşkerî yên Rusyayê (MP) îro Duşemê li bejahiya rojavayê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dewriyeyên hevbeş ligel hêzên Tirk kirin.

Di nûçeyên hat ragihandin de hat diyarkirin ku dewriyeya ji 8 otombîlên leşkerî yên Rus û Tirk pêk dihat, bi 2 helîkopterên Rus ji gundê Asma yê 20 km li rojavayê bajarê Kobanî derketiye rê. Hat diyarkirin ku dewriyeya hevbeş li derdora gundên Çarqlî Fûqanî, Jebneh û Beyadiyê heta gundê Zor Mixar ê li ser bajarê Cerabulusê yê li rojhilatê çemê Firatê ye, geriya.

Hat diyarkirin ku dewriyeyê dîsa berê xwe daye rojhilat û ji gundên Bayadiye, Jebneh, Mişko, Binder, Qereçoy Tehtanî, Qola û Sousan derbas bû û gihişt xala kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava (Asayîş) ya li rojavayê bajarê Kobanê.

Hat zanîn ku dema ku otombîlên leşkerî yên Tirkiyeyê ji deriyê nêzîkî Asmayê vedigeriyan Tirkiyeyê, otomobîlên leşkerî yên Rusyayê vegeriyan cihên xwe yên li nêzîkî bajarokê Sirînê li başûrê Kobanê.

Ji aliyê din ve hat gotin ku ji ber ku tu wesayîtên Tirk li cihê destpêkê yê gundê Xerîb ê li rojhilatê Kobanê di 20ê Adarê de tunebûn, hêzên Rusyayê bêyî hêzên Tirk li gundewarên rojhilatê Kobanê dewriyeyeke yekalî kiriye.