Rojava | Hêzên Rûs-Tirk di salekê de 32 caran dewriyeyên hevbes kirin
PeyamaKurd - Polîsê leşkerî yê Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de, îro dewriya 32 yemîn a hevbeş li gundewarê Dirbêsiyê yê hevsînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê gerandin.
Salek berê wekî îro Rûsya û Tirkiyê li ser dewriyeyên hevbeş li nav axa Rojavayê Kurdistanê li hev kiribû.
Îro dewriya 32yemîn ji gundên rojavayê navҫeya Dirbêsiyê ji gundê Şêrik dest pê kir û ber bi Qermanî, Xenamiyê, Karbetlî, Cedîde û Xanikê ve ҫû û piştre dîsa vegeriyan cihê destpêkê gundê Şêrikê.
Hat ragihandin ji bilî 4 wesayîtên leşkerî yên her du aliyan, du hêlîkopeterên Rûsyayê jî çavdêriya dewriyeyê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin