Hêzên Tirkiyê gundewarên Rojava topbaran kirin
PeyamaKurd – Gundê Bîne li navçeya Şêrewe û gundê Keştar li navçeya Şera li Efrînê, hevdem gundên Cîşan, Xirabîsan, Cariqlî û Qeremox li gundewarê Kobanî jî, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin topbarankirin.
Çavkaniyên Rêveberiya Xweser diyar kirin, êvara 8ê Barfanbarê hêzên Tikriye gundê Bîne li navçeya Şêrewe û gundê Keştar li navçeya Şera li Efrînê ku hêzên hikûmetê li wan dimînin topbaran kirin, hevdem gundên Cîşan, Xirabîsan, Cariqlî û Qeremox li gundewarê Kobanî ku hêzên hikûmetê li wan dimînin topbaran kirin.
Hat anîn ku di 6ê Barfanbarê de jî, hêzên Tirkiye gundê Dêr Cemalê ku hêzên Kurdî û yên hikûmetê lê dimînin topbaran kirin û di encamê de zerar gihan mal û milkê xelkê.
Herwiha hat eşkerekirin, hêzên Tirkiye bajarokê Zirganê û gundên Rebîat, Xirbet Şiîr û Til el-Werd li gundewarê navçeya Til Temirê ya bakurê rojavayê heseke bi dijwarî topbaran kirin.
Çavkaniyên Rêveberiya Xweser destnîşan dikin, êvara 8ê Barfanbarê hêzên Tirkiye bajarokê Zirganê û gundên Rebîat, Xirbet Şiîr û Til el-Werd li gundewarê navçeya Til Temirê ya bakurê rojavayê heseke bi dijwarî topbaran kirin û di encamê de pêleke derbiderbûna xelkê navçeyê ber bi navçeyên aram ve destpê kir.
Herî dawî hat diyarkirin ku di 7ê Barfanbarê de jî, hêzên Tirkiye gundên Gozeliyê û Tewîle li navçeya Til Temir topbaran kiribûn û di encamê de zerarên zêde gihabûn mal û milkên xelkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin