Artêsa Tirkiyê gundewarên Rojavayê Kurdistanê topbaran kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve doh 14ê Mijdarê êvarê careke din Gundên Hoşan, Xalidiyê û rêya M4 ku dikevin rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.
Li gorî zanyariyan ev demek e êrîşên ser Eyn Îsayê berdewam dikin û doh jî careke din gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Minixê yên Şehbayê jî bi dijwarî hatin topbaran kirin ku derbarê ziyanan de agahî nehatine bidestxistin.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê gelek deverên Idlibê ji nû ve kontrol kirin, Tirkiyê car din berê xwe daye herêmên jêr kontrola HSDê û dest bi topbarana wan herêman dike,

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin