Artêsa Tirkiyê 150 TIR hêza leskerî sand Rojavayê Kurdistanê

17 February 2020 19:51 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê 150 TIR hêza leskerî sand Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê piştî teqîna doh 16ê Sibatê li Girê Spî karwaneke leşkerî ya ji 150 bargilgiran pêk tê şand gundewarên Girê Spî.

Li gorî zanyariyên xwecihî ew hêz li gundê Xirbet Faris, Xirbet 'Elu û Ebu Xerze bicih bûn ku ew gundên dikevin başûrê Girê Sipî.

Doh teqînek bi rêya otomobîleke bombekirî li Girê Sipî rûdabû û di encama wê teqînê de 5 kes hatibûn kuştin û hejmarek kes jî brîndar bûbûn.

Herwiha artêşa Tirkiyê hevdem karwaneke leşkerî ya bi qasî 150 TIRan ber bi Idlibê ve jî bi rê kir ku ji ser bajarê Hatayê derbasî Sûriyê bû. 

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê di encama destpêkirina êrîşên 9ê Cotmeha 2019an ên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wan, hatibûn dagirkirin ku hîn jî hewl tê dayîn qada dagirkirî were berfirehkirin.