Artêsa Tirkiyê hêzên Sûriyê topbaran kir: 6 kustî û birîndar...

20 August 2023 17:05 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê hêzên Sûriyê topbaran kir: 6 kustî û birîndar...

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama topbarana hêzên Tirkiyê li ser xaleke leşkerî ya rêjîma Sûriyê li gundewarê Minbicê de, 6 leşker ji hêzên Sûriyê hatin kuştin û birîndarkirin.

SOHRê daye xuyakirin, hêzên Tirkiyê îro Yekşemê xaleke leşkerî ya hêzên rêjîma Sûriyê li gundê Toxar ê li gundewarê Minbicê topbaran kir û di encamê de, 2 endamên hêzên rêjîma hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

SOHRê diyar kir ku birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyê hatin birin û dibe ji ber giraniya rewşa hin birîndaran, hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Hatiye gotin ku dema topbaranê jî droneke Tirkiyê li ser gundê Toxar difiriya.

Herwiha SOHRê ragihandiye ku îro gundê Catê yê girêdayî herêmên di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya Minbicê de jî ji aliyê hêzên girêdayî Tirkiyê ve hatiye topbarankirin, lê ti zanyarî derbarê ziyanên canî de nehatine bidestxistin.