SOHR: Hêzên artêsa Sûriyê derdora baregehên Tirkiyê topbaran kir
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê derdora baregeha Tirkiyê ya li bajarokê Kensefra ya çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir.
SOHRê daye xuyakirin, hêzên Sûriyê ji saetên sibê ve bi moşekan gundewar û bajarokên Sifohin, Kefer Iwêd û El-Fetîra yên çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê ku baregehên Tirkiyê li wir hene, topbaran dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 23yê Cotmehê li El-Hedade ya gundewarên bakurê Lazîqiyê hin endamên hêzên rejîma Sûriyê bi guleyên çekdarên girêdayî Tirkiyê hatibûn kuştin û hejmarek jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin