SOHR: Artêsa Tirkiyê biryar da bersiva êrîsên hêzên Sûriyê bide

02 October 2021 21:09 0 dîtin
SOHR: Artêsa Tirkiyê biryar da bersiva êrîsên hêzên Sûriyê bide

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku fermandariya artêşa Tirk a li ‘herêma bêçek’ a nav erda Sûriyê biryar daye, heger hêzên rejîma Sûriyê êrîşî xalên wan bikin ew dê êdî yekser bersivê bidin.

SOHR daye xuyakirin, fermandariya hêzên artêşa Tirkiyê yên li herêma bêçek biryar daye ku heger hêzên Şamê êrîşî xalên wan bikin, wê hêzên wan jî yekser bersivê bidin.

Herwiha hêzên Tirkiyê berpirsên top û fuzeyan yên ji komên çekdarên girêdayî wan, agahdar kirine ku bi awayekî bêserûber êrîşî xalên rejîma Sûriyê nekin.