SOHR: HTS û artêsa Tirkiyê li Sûriyê bi dehan kes girtin

07 July 2024 16:00 0 dîtin
SOHR: HTS û artêsa Tirkiyê li Sûriyê bi dehan kes girtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku rêxistina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku piraniya herêma Idlibê kontrol dike, piştî protestoyên dijî Tirkiyê yên hefteya borî hemleyeke girtina ser malan daye destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, doh 6ê Tîrmehê çekdarên HTŞê ligel hêzên artêşa Tirkiyê bi ser malan de girtine û herî kêm 11 kes hatine girtin.11 kesên hatine girtin ji bajarê Biniş ê gundewarê parêzgeha Idlibê ne.

Heta niha bi dehan kes hatine girtin

Herwiha çavkaniyan diyar kiriye ku di nav çend rojên dawî de li Ezaz, Bab, Efrîn, Raî, Etarib û Ebzemo bi ser malan de hatiye girtin û bi dehan kesên din jî hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye, hemleya girtinê piştî bûyerên Kayseriyê û li hember wê jî protestoyên Tirkiyê yên li bajarên Sûriyê yên kontrola Tirkiyê dest pê kiriye ku alên Tirkiyê hatibûn şewitandin û daxistin.