SOHR: Artêsa Sûriyê li Idlibê du baregehên artêsa Tirkiyê topbaran kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên girêdayî artêşa Sûriyê du baregehên li Idlibê yên artêşa Tirkiyê topbaran kirin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) hêzên rejîma Sûriyê du baregehên artêşa Tirk ên li herêmên Mikilbês û Şêx Silêman ên li Idlibê topbaran kirin û du leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.
Herwiha hatiye diyarkirin ku piştî wê êrîşê îro Duşemê balafireke Rûsyayê bi moşekan derdora bajarokê Mearêt Nasan ê bakurê Idlibê bombebaran kir û balafirên keşfê yên Rûsayê li asmanê herêma Idlibê geriyan.
Hatiye ragihandin ku di êrîşê de baregeha çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam "Cebhet El-Nusra ya berê" hatiye ruxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin