SOHR: Artêsa Tirk baregehên rejîma Sûriyê topbaran kir

03 October 2021 21:35 0 dîtin
SOHR: Artêsa Tirk baregehên rejîma Sûriyê topbaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên girêdayî rejîma Sûriyê bi moşekan bejahiyên rojhilat û başûrê Idlibê topbaran kirin û artêşa Tirkiyê jî bersiv daye û baregehên hêzên Sûriyê topbaran kirine.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku piştî artêşa Tirk biryara bersiva yekser bo hêzên Sûriyê dabû hêzên hikumeta Şamê bi moşekan derdora bajarokê El-Nîreb a rojhilatê Idlibê û bajaroka Micdeliya ya başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Hat diyarkirin ku hêzên artêşa Tirkiyê jî bersiva topbarana hêzên Sûriyê dane û baregehên hêzên rejîmê yên li bajarê Seraqiq, Til Mirdîx û herêma pêşesazî ya rojhilatê Seraqibê topbaran kirin.