Artêsa Tirkiyê hêzên Samê yên dorûbera Kobaniyê topbaran kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 2yê Kanûnê danê êvarê hêzên artêşa Tirkiyeyê êrîş birin ser hêzên rejîma Sûriyê yên li dorûbera bajarê Kobaniyê hatine bicihkirin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, artêşa Tirkiyê îro danê êvarê binkeyên hêzên Şamê yên li gundên Zormixar û Siftik ên dikevin rojfvayê bajarê Kobaniyê topbaran kir.
Derbarê ziyanên topbaranê de ti agahî nehatine belavkirin.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye gefên operasyona bejahî hîn jî didomîne û artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve jî, êrîşên ser deverên sînorî yên di bin kontrola hêzên Kurd de, bênavber dewam dikin. Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, deverên sivîl û binesaziya herêmê jî dibe hedefa êrîşan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin