Artêsa Tirkiyê xalên hêzên Hikûmeta Samê topbaran kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, li Idlibê xalên hêzên Hikûmeta Şamê topbaran kir, herwiha balafirek Rûsî jî li başûr ket.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, artêşa Tirk xalên hêzên Hikûmeta Şamê yên li Başûrê Idlibê kirin armanc.
Herwiha çekdarên Tirkiyê, herêma Corîn a li Sehil El-Xab a li gundewarê Hemayê topbaran kir.
Li gorî Çavdêriyê da zanîn, di encamê de zarokek hat kuştin û zarokek û kesek din jî birîndar bûne.
Hêzên hikumetê jî bi dijwarî deverên çekdaran yên li gundewarê bakur-rojavayê Hemayê û Cebel Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir.
Çavdêriya Sûrî destnîşan kir, îro di encama pirsgirêkeke teknîkî de, balafirek keşfê ya ji cureya “Orlan 10” a Rûsî li Cebel El-Erbeîn ê başûrê gundewarê Idlibê ket xwarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin