Ji hêzên Tirk û Rûs li Rojava dewriyeya hevbes a leskerî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Rûsî û Tirkî bi çavdêriya du helîkopteran, dewriyeya leşkerî ya çavdêriyê li Rojavayê Kurdistanê kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, îro 20ê Nîsanê hêzên polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê, gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundên rojavayê Dirbêsiyê kirin.
Di dewriyeyê de wesayîtên zirxî yên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsî cî girtin û gera wan ji gundê Şêrik ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û piştî derbasbûna nav hejmarek gundên sînorî li cihê ku dest pê kiribû bidawî bû.
Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk, di çarçoveya rêkeftina 22yê Cotmeha 2019an a Soçî de ku di navbera Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de pêk hatibû, ji bo dûrxistina hêzên HSDê ji sînoran têne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin