Rojava | Dewriyeya hevbes a Rûs-Tirk bi avêtina keviran hat protesto kirin
PeyamaKurd – Li sînorên Rojavayê Kurdistanê dewriyeyên hevbeş ên hêzên Rûsya û Tirkiyeyê piştî demeke rawestanê ji nû ve dest pê kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke nû ya hêzên Rûs-Tirk îro Pêncşemê 12ê Çile li bajarê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye encamdan.
Li gorî SOHRê ji herdu aliyan 4 wesayîtên leşkerî û ji bo çavdêriya asmanî jî 2 helîkopterên rûsî beşdarî dewriyeya hevbeş bûne.
Hat diyarkirin ku dewriye ji gundê Şerik ê rojavayê Dirbesiyê heta bajarê Amûdê li gundewarên sînorên Bakurê Kurdistanê dewam kiriye û rastî bertekên xelkê deverê hatine.
SOHRê daye zanîn ku xelkê Rojava dema dewriye digeriya bi avêtina keviran protesto kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk bi rêkeftina Soçî ya sala 2019an dest pê kiribûn ku gelek caran hêzên Tirk beşdarî nedikirin. Lê belê piştî hevdîtinên asayîbûna bi rejîma Sûriyê re, ji nû ve dewriyeyên hevbeş bi beşdariya herdu hêzan dest pê kirin ku mebesta wan dewriyeyan dûrxistina hêzên YPG/HSDê ji sînoran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin