Hêzên Rûs-Tirk li Rojavayê Kobanê dewriyeya hevbes birêve birin
PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Artêşa Tirkiyê li Rojavayê bajarê Kobanê yê Rojavayê dewriyeyeke hevbeş a leşkerî gerandin.
Dewriyeya hevbeş a Rûs-Tirk ji gundê Aşmê yê li sînorê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir û di nav gundên Aşmê, Carqilî, Zormexar, Cibnê, Bîndir, Qûlî, Xorxorî, Siftek û Sêlim re derbas bû.
Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de bi hinceta ewlehiya sînorên Tirkiyê û dûrxistina ji sînoran a hêzên YPG/HSDê têne birêvebirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin