Hêzên Rûs-Tirk li Rojavayê Kurdistanê dewriyeya 150emîn gerandin

16 April 2021 18:08 0 dîtin
Hêzên Rûs-Tirk li Rojavayê Kurdistanê dewriyeya 150emîn gerandin

PeyamaKurd – Polîsê leşkerê yê Rûsî û hêzên artêşa Tirkiyê di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya navbera Enqere û Moskowê de ku sala 2019an hatibû kirin, dewriyeya leşkerî ya 150emîn gerandin.

Fermandarê yekîneya dewriyeya rûsî Andrey Titov ragihand ku wan dewriyeya 150 bi beşdarî zêdetirî 10 wesayîtên leşkerî yên herdu aliyan û tevlîbûna 60 leşkeran pêk aniye.

Hat eşkerekirin ku dewriye dewriye li 10 km nêzîkî Qamişlomayê li gundê Deyrûn Axayê kom bûye û ji wir bi qasî 4 saetan rûbereke 60 kîlometran di nav gundewarên sînorên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de geriyaye.

Rêkeftina Soçiyê piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê ya bi ser Serêkaniyê û Girêspî de 22yê Cotmeha 2019an di navbera Pûtîn û Erdogan de hatiye îmzekirin ku yekem dewriyeya hevbeş a ji bo çavdêriya HSDê û dûrxistina wan ji sînoran 1ê Mijdara 2019an hatiye gerandin.