SOHR: Hêzên Tirk di 2021ê de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 40 sivîl kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Tirkiyê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di sala 2021an de heta meha Tebaxê 40 sivîl kuştine di nav wan de 4 jin û 16 zarok hene.
SOHRê di rapora xwe ya dawî de diyar kir, 24 welatiyên Sûrî li ser sînor bi guleyên Cendirmeyên Tirkiyê hatine kuştin û 15 sivîl di moşekbarana hêzên Tirkiyê li ser navçeyên gundewarê Bakur û Rojhilatê Helebê û gundewarê Reqayê hatine kuştin.
SOHRê eşkere kir, li Hesekê û Idlibê 24 sivîl ku di nav de jinek û 6 zarok jî hene ji aliyê cendermeyên Tirkiyê ve hatine kuştin ku herwiha li parêzgeha Îdlibê keçeke biçûk ji aliyê zirxpoşeke Tirkiyê ve hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin