SOHR: Tirkiye Sûriyeyiyan bi zorê disîne herêmên di bin kontrola xwe de
PeyamaKurd – Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku Tirkiyê dest bi şandina penaberên Sûrî bi darê zorê bo deverên di bin kontrola wê de li ser sînorê Sûrîyê kiriye.
SOHRê tevî îdiayên Tirkiyê ku dibêje bi deh hezaran penaberên Sûriyê bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di meha Tîrmehê de 3540 penaberên Sûriyeyî bi "Nasnameya parastina demkî" bi zorê şandine herêmên li ser sînorê Sûriyeyê, tenê di hefteyekê de 840 penaber bi darê zorê hatin şandin. Tirkiyeyê ji 125 malbatên ku Îniya borî bi zorê biribûn kampan 120 kes şandin Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rayedarên Tirk rojane nêzî 100 penaberên Sûriyeyê ku piraniya wan nasnameyên parastinê yên demkî hildigirin, ji bo li herêmên operasyona Mertalê Feratê û Kaniya Aştiyê û Çiqlê Zeytûnê bi cih bikin, bi zorê dişînin û wiha hat gotin: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariya penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bigire ser xwe û bi hinceta herêmên ewle rê li vegera wan bigire.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin