SOHR: Tirkiye 400 leskerên xwe yên li Idlibê disîne Herêma Kurdistanê

23 March 2022 22:00 0 dîtin
SOHR: Tirkiye 400 leskerên xwe yên li Idlibê disîne Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku artêşa Tirkiyê amadekariya veguhestina hejmarek leşkerên xwe yên li Idlibê bo nav sînorên Herêma Kurdistanê dike.

Li gorî raporta SOHRê wê artêşa Tirkiyê 400 leşkerên xwe yên li Idlibê hatine bicihkirin, bi hinceta PKKê bişîne nav axa Herêma Kurdistanê.

Piştî vê biryara artêşa Tirkiyê tê gotin ku artêşa Tirkiye amadekariya operasyoneke nû ya dijî PKKê li Herêma Kurdistanê dike.