Caferî: Tirkiye ji Idlibê terorîstan disîne Libyayê

12 December 2019 21:29 0 dîtin
Caferî: Tirkiye ji Idlibê terorîstan disîne Libyayê

PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî û Serokê Şanda Hikûmeta Sûriyê li civînên Astanayê Beşar Caferî, Tirkiye bi veguhestina terorîstan ji Libyayê tawanbar kir.

Caferî di rûniştina dawî ya danûstandinên Astanayê de ku li Nursultan a Kazaxistanê birêve çû, ragihand ku Tirkiye terorîstan ji Idlibê vediguhêze Libyayê.

Ev daxuyaniyên Caferî piştî rêkeftina deryayî ya navbera hikûmeta demkî ya Libyayê û Tirkiyê tê ku di serî de Yunanistan û welatên Ewropayê li dijî wê peymana Tirkiyê derdikevin û wekî binpêkirina hiqûqa navdewletî pênase dikin.

Tirkiye li dijî hêzên Xelîfe Hafter piştgiriyê de hikûmeta demkî ya Libyayê ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, heger bê xwestin ew dikarin leşkeran jî bişînin.