Tirkiye bi berdewamî hêzên zêdetir disîne Idlibê
PeyamaKurd - Arteşa Tirkiye karwanekî din ê leşkerî ku ji 60 wesayîtan pêk dihat şand Idlibê. Hêzên Arteşa Tirkiyê (TSK) hêzên xwe yên li Idlibê zêdetir dike û rojane hêz dişîne wî welatî.
Ji bajarên cuda yên Tirkiyê 60 weayîtên leşkerî û 10 barhilgirên bi tank û wesaîtên leşkerî hatibûn barkirin, ber bi bajarokê Reyhanliyê bi rê ketin û di bin bergiriyên berfireh ên ewlekariyê de derbasî Suriyê bûn.
Arteşa Tirkiyê duh jî bi 10 barhilgiran tank û wesayîtên leşkerî veguhastin bo wî herêma Idlibê li Sûriyê.
Ev di demekê de ye ku artêşa Sûriyê li ser pêşveçûna xwe ya li herêma Idlibê berdewam e û ji bilî kontrolkirina hejmareke deverên stratejîk ku nêzîk in li navenda Idlibê, çend xalên çavdêriyê yên Tirkiyê jî ketine jêr dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê.
Berî niha çend rojan Serokomarê Tirkiyê gefa bersivdayîna êrîşan li hikûmeta Suriyê xwaribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin