Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Tirkiye zêdetirî carekê navenda hêzên me li Zirganê topbaran kir

03 June 2022 13:33 0 dîtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Tirkiye zêdetirî carekê navenda hêzên me li Zirganê topbaran kir

PeyamaKurd – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê, di derbarê êrîşên dewleta Tirk de daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Di du rojên derbasbûyî de, zêdetirî carekê navenda hêzên wan li Zirganê hate topbarankirin.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Dewleta Tirk û çekdarên wê, 2yê Hazîranê bi dehan moşek û hawan avêtin navenda Zirganê û ev yek jî berdewama binpêkirina peymana navneteweyî ye.”

Herwiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştrast kir ku navendên xizmetguzariyên giştî û navenda hêzên wan di du rojên borî de bi zêdetirî carekê hatin topbarankirin û gelek zerarên madî çêbûne.

Herî dawî hêzên ewlekariyê destnîşan kirin, di encama topbaranan de gelek welatî birîndar bûn.