Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê li ser teqîna do daxuyaniyek belav kir

20 December 2021 12:01 0 dîtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê li ser teqîna do daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) di derbarê teqîna li Hesekê aliyên “dijmin” tohmetbar dike ku li pişt teqîna do ya li bajarê Hesekê ne.

Li taxa Giwêran a bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, do teqînek bi rêya motorsîkletekê çêbû û di encamê de, 2 kes birîndar bûn.

Asayişê di derbarê wê de daxuyaniyek da û diyar kir: “Kesên nenas ên ser bi aliyên dijmin ve, motorsîkletek li taxa Gwêran li bajarê Hesekê teqandin.”

Asayişê eşkere kir: “Di encama teqînê de, 2 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.”

Asayişê da zanîn, piştî teqînê hêzên wan dest bi operasyoneke lêgerîna li êrîşkeran kir, ji bo ew ji ber kiryarên teroristî bêne darizandin.