Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana tevgereke saneyên terorîstên DAISê têk birin
PeyamaKurd – Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bi operasyoneke li kampa Holê, hewldana tevgereke şaneyên terorîstên DAIŞê têk birin û hejmarek ji terorîstan girtin.
Li gor zanyariyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê di beşa 4an a kampa Holê de operasyonek pêk anîn.
Hat eşkerekirin, di navbera hêzên ewlekariyê û şaneyên çekdarên DAIŞê de, şer bi çekên sivik û navîn rû da.
Li gorî berpirsekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn, hejmareke çekdarên şaneyê hatin girtin û li kampê alozî û operasyona paqijkirinê didomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin