Îdir | Hêzên Ewlekariya Tirkiye 136 koçberên neyasayî yên Afxan vegerandin
PeyamaKurd – Hêzên Ewlekariya Tirkiye li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, 136 koçberên neyasayî yên Afxan vegerandin welatê wan.
Hat ragihandin ku îro 13ê Tebaxa 2022ê, 136 koçberên Afxan ên li navendên koçberan yên li parêzgeha Îdirê, piştî temambûna karûbarên yasayî bi geşteke asmanî vegerandin Kabula paytexta Afxanistanê.
Herwiha hat eşkerekirin, di navbera 6 heta 13ê vê mehê de li Îdirê bi giştî 906 koçberên Afxan bi 6 geştên asmanî şandin welatê wan.
Rêveberiya Koç û Koçberan a Tirkiye destnîşan kir, îsal li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 38 hezar û 795 jê Afxan bi giştî 63 hezar û 298 koçberên neyasayî vegerandin welatê wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin