Hêzên Esed 93 koçberên ji Lubnanê vegeriyan Sûriyê girt

31 October 2024 19:38 0 dîtin
Hêzên Esed 93 koçberên ji Lubnanê vegeriyan Sûriyê girt

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka salê ve 93 sûriyeyiyên ji Lubnanê vegeriyane, ji aliyê çekdarên girêdayî "Firqeya 4an" a bi serokatiya Mahir El Esed ve hatine girtin.

Bendên "Firqeya 4`an" li seranserî sînorên Sûriyeyê-Lubnanê hene ku zêdetirî 15 derî û korîdorên fermî û nefermî hemû di bin kontrola wan de ne.

SOHRê diyar kir ku bi zêdebûna êrîşên Îsraîlê re, beşeke mezin a malbatên sûriyeyî vegeriyane lê kesên ku rejîma Sûriyê li wan digere jî bi rêya qaçaxçiyan vedigerin û pere didin.

SOHRê daye zanîn, hêzên Sûriyê li dijî kesên 6 sal e li derveyî welêt in û vedigerin, biryara girtinê derxistiye, ji bo ku li şaxê ewlehiya dewletê ya hejmar 251an ku bi navê "Şaxê Xatîb" tê naskirin, vegerin.