Hêzên Sûriyê piraniya wan Kurd 40 koçberên ji Lubnanê dihatin desteser kir

02 October 2024 18:09 0 dîtin
Hêzên Sûriyê piraniya wan Kurd 40 koçberên ji Lubnanê dihatin desteser kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyeyê bi dehan kesên ku ji Lubnanê vedigeriyan li ser sînor desteser kir û niha çarenivîsa wan nediyar e.

Li gorî çavkaniyên herêmê, hêzên Sûriyeyê derdora 40 koçberên ji ber şerê Îsraîl-Hizbullahê vegeriyane Sûriyê li ser sînor girtine ku piraniya wan ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Tê gotin ku qaçaxçî penaberên ku vedigerin îstismar dikin û kesên di leşkeriya Sûriyê de biryara lêgerîna wan heye beriya xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê 600–1000 dolarî didin qaçaxçiyan.

Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihandiye  ku hêzên Şamê nêzî 35 welatiyên ku ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, piştî ku ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûn, li ser rêya Tebqa - Selemiyê binçav kirin.

Heta niha bi deh hezaran koçberên Kurd, Sûriyeyî û Lubnanî yên ku ji ber şer ji Lubnanê derketine, xwe gihandine herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê.