Tirkiye hêzên leskerî yên nû disîne Îdlîbê
PeyamaKurd - Li gor gahiyên ku hatine ragihandin di nav 2 hefteyên dawî de, Tirkiyê 2 car e ku hêzên nû yên leşkeriya xwe dişîne xalên leşkerî yên li nav axa Sûriyê.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî ragihandine, karwanekî hêzên Tirkiyeyê ku ji bêhtirî 16 wesayîtên leşkerî pêk dihat di deriyê sînorî yê Kefer Losînê re derbasî nav axa Sûriyeyê bûye.
Ew karwanê wesayîtên leşkerî yên Tirkiyeyê ber bi navçeya Teftenazê ve çûye ku çend xalên leşkerî yên Tirkiyeyê li wir hene.
Li gor wan zanyariyên ragihandî, di nav 2 hefteyan de ev duyemîn karwanê serbazî yê hêzên Tirkiyeyê ye ku derbasî parêzgeha Îdlibê dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin