Tirkiye hêzên zêdetir disîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

14 August 2019 12:17 0 dîtin
Tirkiye hêzên zêdetir disîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê li ser şandina hêzê bo bajarokê Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê berdewam e ku hevsînor e ligel Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî agahiyan, derengê şeva derbasbûyî karwaneke din a leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ku ji çend wesayitên leşkerî pêkdihat, gihîşte bajarokê Kaniya Xezalan (Akçakala), ku berpirsên serbazî yên Tirkiye û Amerîkayê, ji bo pêkanîna Navenda Operasyonên Hevbeş lê kar dikin.

Li gor medyaya Tirikiyê, çavkaniyên leşkerî yên wî welatî ragihandin, ew hêzên nû bi armanca piştgirîkirina yekîneyên leşkerî yên artêşa Tirkiyê yên li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li navçeyên sînorî tên bicîhkirin.

Amerîka û Tirkiye roja 7ê Tebaxê piştî 3 roj ji civînên şandên leşkerî yên herdu welatan li Enqerê, ragihandibûn ku ew li ser “avakirina herêma ewle bi hev re” û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina navçeya aram” li hev kirine.