Artêsa Iraqê hêzên li Singalê û sînorên Iraq-Sûriyê zêdetir dike

13 April 2021 19:16 0 dîtin
Artêsa Iraqê hêzên li Singalê û sînorên Iraq-Sûriyê zêdetir dike

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî û Sererkanê Artêşa Iraqê  ligel hejmarek fermandaran doh 12ê Nîsanê bi çar balafiran serdana Şingalê û serdana deverên sinorî kirin.

Piştî serdanê berpirsên Iraqê ji bo deverên sînorî, gihîştin rêkeftinê ku artêşa Iarqê bi hemahengî ligel polîsên federalî beşek ji sînorê Iraq û Sûriyê biparêzin.

Herwiha Şandeke hikûmeta Iraqê serdana xalên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê kir û ragihand, wê di demeke nêzîk de hêzeke xwe ya zêdetir ji bo deverên sînorî bişînin.

Li gorî zanyariyan ji bo berevaniya li dijî qaçaxçiytiyê li ser dirêjahiya 80 kîlometreyan jî kamerayên çavdêriyê hatin danin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî di civîneke rojnamevanî de got ku niha 3 lîwayên polîsên fedralî bi qasî 150 kîlometreyan çavdêriya sînor dikin, ew dê bi temamî sînorên Iraqê li gorî peyman û yasayên navdewletî biparêzin.