Artêsa Iraqê ji bo derketina ji Singalê mohlet da hêzên PKKê
PeyamaKurd – Şer û pevçûnên navbera hêzên YBŞê yên bi ser PKKê ve û artêşa Iraqê li Şingalê û dorûbera wê dewam dikin.
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê îro 2yê Gulanê êvarê ji bo ku PKK tevahiya hêzên xwe ji Şingalê vekişîne du demjimêr daye wan.
Li gorî zanyariyên hîn nehatine piştrastkirin di şer û pevçûnên çend rojên dawî de, ji herdu aliyan jî hejmarek kuştî û birîndar hene, lê ti daxuyaniyeke fermî li ser hejmara wan nehatiye dayîn.
Hat zanîn ku şer niha li gundê Dugirê yê nehiya Sinûnê dewam dike.
Herî dawî îro danê êvarê çavkaniyeke ji artêşa Iraqê daye xuyakirin ku ku wan du demjimêr mohlet dane PKKê da ku tevahiya hêzên xwe ji Şingalê vekişîne û gef li PKKê hatiye xwarin ku heger ji Şingalê dernekevin ew ê derbên girantir li wan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin